Bi sedema bûyerekî tirafîkê li taxa Abiyariya bajarê Urmiyê 4 kes ji endamên malbatekê canê xwe ji dest dan.
Roja 12ê Rezbera 1402 an a rojî, bi sedema li hevgirtina 2 maşînan û agirpêkevtina yek ji wan maşînan, ku 4 kes ji endamên malbatekê tê de bûn, canê xwe ji dest dan, ku nasnama wan 4 kesan ewin:
Ferzane Badozade
Perwane Badozade
Gişwer Yûniszade
Behmen Qasimî
Gorî gotina lêzimên vê malbatê, wan xwe hazir dikirin ji bo daweta Kurê Perwane Badozade.
Ev kesên ku di vê bûyera tirafîkê de bûne qurbanî, xelkê gundên Xeregoş û Heştiyanê li herêma Somayê ne.
Rojane bi sedema bûyerên tirafîkê li Îranê de dehan kes dibne qurbanî û can ji destdana bi sedema bûyera tirafîkê rekorda hemî bûyerên dinê derbas kiriye.
Zêdebûna ev hemî bûyeran jî, vedigere bo ser xirabbûna rêkan, xirabî û ne istandard bûna kowalêta maşînên ku di nava îranên de berhem tên û hin sedemên dinê ye wek xemsarî, tundajoyî, mijûlbûna bi telefon û înternêtê li dema ajotina maşînê.