Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê cebilxaneya zewtkirî ya sapaha pasdaran a terorîst bo Ukraynê şand

11:03 - 5 Çirriya pêşîn 2023

Fermandehiya “CENTCOM”ê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku cebilxaneya zewtkirî ya spaha pasdaran ku bo Husiyên Yemenê şandibû, bo Ukraynê şandiye.
Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê “CENTCOM” roja Çarşemî 12ê Rezbera 1402 a Rojî bi belavkirina daxuyaniyekê li ser tora civakiya “X” anku “Twîtter”ê ragihandiye: “Cebilxaneya spaha pasdaran ku 101 milyon gulle ji xwe girtibûn û spaha pasdaran hewl dabû bo Hûsiyên Yemenê bişîne û me dest bi ser de girtibû, me bo hêzên çekdar ên Ukraynê re şandin”.
Herwisa “CENTCOM”ê gotiye: “ Ew cebilxane bi binpêkirina biryarnameya 2216 a Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî”, rejîma Îranê cehd kiribû ku ji aliyê sapaha pasdaran ve radestî Hûsiyên Yemenê bê kirin”.
Herwisa “CENTCOM”ê li vê daxuyaniyê de bi tekezî ragihandiye: “piştevanîkirina cebilxane ji aliyê Îranê bo girûpên çekdar, gefek li ser ewlehiya deverî û cîhanî, hêzên leşkerî û kadrên dîplomatîk ên Amerîka, xelkê welatên deverê û hevpeymanên me ye; Em dê hemû hewla xwe bo sekinîn li hember wan kiryarên alozker ên Îranê bidin”.