Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alman li derheq Şandina mahwareya Nûr-3 bo boşayîya esman gotiye ku ew gef li ser ewlehiya cîhanê ye

11:05 - 5 Çirriya pêşîn 2023

Wezareta Derve ya Alman ragîhandiye ku şandina mahwareya “Nûr-3” bo boşayiya esman dide xuya ku rejîma Îranê rêgiriyên navnetewî berçav nagire û beranmeya mûşekên balistîkî yên Îranê gef li ser ewlehiya navnetewî ye.

Werzareta Derve ya Alman roja Çarşemî 12ê Rezberê, li derheq şandina mahwareya Nûr-3 bo boşayiya esman gotiye ku rejîma Îranê bi teknolojiya mûşekên balîstîkî yên dûrhawêj ew mahware bo boşayiya esman şandiye û bernameya mûşekên balistîkî yên rejîma Îranê gef li ser ewlehiya navnetewî ye.

Herwisa Wezareta Derve ya Birîtaniyayê jî havêtina mahwareya “Nûr-3” ji aliyê rejîma Îranê bo boşayîya esman, bêrêzîkirina vê rejîmê bi çarçoveya navnetwî û gefek micid li ser ewlehiya cîhanê binav kiriye.

Ragihandinên fermî yên ser bi rejîma Îranê belav kirine ku mahwareya Nûr-3 ya spaha psdaran e ku li 5ê Rezberê bo boşayiya esman hatiye şandin.

Fermandeyê Hewa-Feza yê spaha pasdaran, “Emîrelî Hacêzade” yê terorîst, îdia dike ku li demek kin de dê hejmarek ji wan cure mahwareyan bo boşayiya esman bişîne.

Herwisa Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Metiyo Mîlêr” jî tevî nîşandana nigeraniya xwe ji vê kiryara rejîmê gotiye ku ev yeka rê bo berfirehtirbûna sîstemên mûşekî yên dûrhawêj xweş dike û bernameya mûşekî ya rejîma Îranê gef li ser ewlewhiya cîhanê ye.

Alman, Birîtaniya û Amerîka li wan berteknîşandanan de gotine ku bi hemû awayekê dê li hember bernameya mûşekiya rejîma Îranê bisekinin.