Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Mafê Mirov li Îranê daxwaz kiriye ku dosyeya “Îna bi xwîn” a Zahidanê wek cinayet dijî mirovahî bê lêkolînkirin

09:42 - 1 Çirriya pêşîn 2023

Li “Îna bi xwîn” a bajarê Zahidanê de zêdetir ji 100 kes ku hejmareke ji wan jin û zarok bûn ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li 8ê Rezbera 1401 a Rojî de bi awayekî hovane hatibûne şehîdkirin û bi 100an kes jî hatibûne birîndarkirin.

Saziya Mafê Mirvî li Îranê, li roja Şemî 8ê Rezberê li yekemîn salvegera “Îna bi Xwîn” a Zahidanê, bi belavkirina daxuyaniyekê, daxwaz kiriye ku dosyeya “Îna bi Xwîn” a Zahidanê wek cinayet li dijî mirovahiyê li navendên dadwerî yên navnetewî de bê lêkolînkirin.

Birêveberê Saziya Mafî Mirovî li Îranê “Mehmûd Emîrîmeqdem” li vê derheqê de gotiye: “Kuştina zêdetir ji 100 mêr, jin û zarokan, nîşana cinayet li dijî mirovahiyê ye; “Elî Xamineyî û hêzên serkutker ên li jêr fermana wî, divê li ser encamdana vê cinayetê bêne dadgehîkirin”.

Hêjayê gotinê ye ku gelê Belûç li salvegera “Îna bi Xwîn” a Zahidanê de xwenîşandan kirin û vê carê jî zêdetir ji 30 kesan hatine birîndarkirin ku hejmrek ji wan zarok bûn û sedan kesên dinê jî hatine binçavkirin