Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Armîta Girawend li komayê de ye û givaşên rejêmê bo ser malbata vê berdewam in

11:54 - 5 Çirriya pêşîn 2023

“Armîta Girawend” a temen 16 salî ku bi sedema derbeyên hêzên rejîmê yên parastina hicaba bi zorî bi serê vê li metroya bajarê Tehranê lî rewşa komayê de maye û rejîm hewla perdepoşkirina vê cinayeta xwe dide.

Tevî ku rewşa “Armîta Girawend” li nexweşxaneya “Fecr” a ser bi hêza esmaniya spaha pasdran a terorîst nexuya ye û ev keça kurd her li rewşa komayê de maye, givaşên rejîmê li ser hevkilasiyên vê, bav û dayîka Armîtayê û herwisa li ser ragihandinan zêde bûye ku nekarin ti zanyariyek li derheq vê cinayeta rejîmê belav bikin.

Hêzên îtilaatî û ewlehî yên rejîmê bi dorpêçkirina nexweşxaneya “Fecr” derfrtê bi ti kesî re nadin ku serdana vê keça Kurd bike û heta bi ti nûçegihan û wênegirekê jî îznê nadin ku raporekê li ser rewşa “Armîta”yê belav bike.

Ji aliyê din ve jî givaş xistine ser malbata “Armîta Girawend” îznê bi bav û dayîka vê nadin ku bas ji rastî û çawatiya kutan û lêdana Armîtayê ji aliyê hêzên rejîmê bikin û ew neçar bi hevpeyvîna bi zorê û bi naveroka diyarîkirî kirine.

Heta li xwendighê de jî bi hevkilasiyên vê re huşdarî hatiye dan ku nabe ti zanyariyek li vê derheqê de bas bikin neku dê rastî paşhatên gelek dijwar bibin.

Rejîma Îranê bi tundtirkirina givaşan û sansorkirinan hewla perdepoçkirina vê cinayeta xwe dide.