Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka “Armîta Girawend” ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate binçavkirin

17:58 - 5 Çirriya pêşîn 2023

Pêka nûçeyên belavbûyî, “Şehîn Ehmedî” ya dayîka “Armîta Girawend” ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma hov a Îranê ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.
Pêka raporên belavbûyî, roja Çarşemî 12ê Zerbera 1402 a Rojî, dayîka “Armîta Girawend” a bi navê “Şehîn Ehmedî” li êwareya vê rojê de xwestiye serdana keça xwe “Armîta”yê ku li rewşa komayê de ye bike lê hêzên ewlehî û serkutker ên rejîmê bi vê dayîkê re rê nedane ku keça xwe bibîne û ew yeka bûye sedema nerizayetiya “Şehîn Ehmedî” ku li encam de hêzên ewlehî bi awayekî hovane û bi tundûtijî, ew dayîke binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.
Roja pêştir jî rejîmê bi givaşxistin li ser malbata “Armîta Girawend” ew neçar kiribûn ku li hevpeyvîn digel ragihandike ser bi rejîmê hinek gotinên lipêşdiyarîkirî biaxivîn û bas ji lêdan û kutana “Armîta”yê li metroya bajarê Tehranê de nekin.
Heta belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li ser rewşa vê dayîkê û cihê ragirtina vê nehatiye zanîn.