Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlat: Em daxwazê ji rêkxistinên cîhanî dikin li derheq qedera Armîta yê ve givaşên zêdetir bêxne ser rejîma komara îslamî

10:35 - 7 Çirriya pêşîn 2023

Kom û komikên mirovdost, berevankarên mafê mirov!

Civatgeha medeniye Îran û Kurdistanê!

 

Herwekî hemî aliyek agehdarin roja yêkşembiya derbasbpyî, 9 ê rezberê Armîta Giravend keça Kurd xelka Kirmaşanê û akinciyê Tehranê digel hevalên xwe li dema çona bo qutabxanê li mêtroya Tehranê ji aliyê hêzên komara îslamiya Îranê ve bi hêceta evê ku hicaba destê zorê çinebûye, kevte ber lêdan û kutanê û piştî evê ku bêhiş kevt, bo nexweşxana Fecir ku nexweşxana hêzên çekdare rejîmê ye hate veguhastin.

Piştî vê bûyerê hêzên ewlehî yên rejîmê bilez û ji bona pêşîgirtin ji nerizayetiya xelkê demûdest rêkarên tuned ewlehî girtine bera xwe û heya niha jî îzn nedane t ukes Armîta yê bibîne, Heta rojnamevanê yêk ji rojnamên tehranê ku ji bona amadekirina raporekê li ser vê bûyerê sardana nexweşxana Fecir kiribû,ji aliyê hêzên rejîmê ve hate destbiser kirin ku piştî belavbûna nûça li vê derheqê de hate serbest kirin. Herwisa hêzên rejîmê bo çend demjimêran hevpoliyên Armîta yê binçav kirin û gef ji wan kirin ku nabe li ser vê bûyerê çi qiseyekê bikin. Ji vê jî girîngtir Şehîn Ehmedî dayîka armîta yê ku bona dîtin û haydarbûna rewşa keça xwe sardana nexweşxanê kiribû, ji aliyê hêzên rejîmê ve îzn pç nehate danê û gelek cihê heyrîmanê û li rewşekî nexweş de û ev bûyera ku bi serê keça vê de anîneî, bêşermane ev jî girtin û heya nihajî her di bin zêrevaniyê de ye.

Ewa ku li derheq rewşa Armîta giravend de bûye cihê nîgeraniya xelkê Îran û kurdistanê, ducarîbûna bûyera canjidestdana Jîna Emîniye ku heta niha jîrejîm amade nebûye rastiyên vê bûyerê bikêşe ustiyê xwe. Lewma em daxwazê ji kom û komikên mirovdost û navendên berevankar yên mafê mirov û xebatkarên civatgeha medenî li îran û Kurdistanê dikin ku givaşê bêxne ser organêt peywendîdar yên rejîma komara îslamî ku rastiya çawaniya qewimîna vê bûyerê bo xelkê û raya gişî re aşkera bikin û çiyê din bi hêceta hicaba destê zorê Jin û Keçên welatê me tûşî bûyerên hankî û bêrêzî û bêhurmetiyê nekin.

 

Navenda Teşkîlata Hizba democrat a Kurdistana Îranê

14ê meha Rezbera 1402 Rojî