Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Navenda Birêveberiya Hizbê bo xatûn Nergis Mihemedî, bi hilkevta wergirtina xelata Aştiya Nobêl a sala 2023

10:40 - 7 Çirriya pêşîn 2023

 Kumîta xelata Aştiya Nobêlê roja Înê 14ê Rezbera 1402 an a Rojî nave Nergis Mihemedî, xebatkara mafê mirov, girtiya siyasî û piştevanê dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” weke wergirê xelata Aştiya Nobêl bo sala 2023an ragihand. Kumîta Xelata Aştiya Nobêl ragihandiye bi sedema ware tepeseriya sîstimatîk a Jinan li Îranê û xebata bêrawestiyane xatûn Nergis Mihemedî bo bilindkirina qasê mafê mirov û azadî bo hemî aliyekê ev xelata bi vê re tête danê.

Dana wî xelata pir bihaye cîhanî di demekê de ye ku piştî şehîdkirina “Jîna Emînî” keça kurd a xelka bajarê Seqizê şoreşekî mezin li Kurdistan û tev bajarên Îranê destpêkir û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bo yekitî û hevdengiya di navbera netewên Îranê re wekî remzekê lêhatiye. Herwisa yîk ji taybetmendiyên vê serhildanê role pêşengayetiya Jinan li xwenîşandan û nerizayetiyên cur bi cur de bûye ku ji aliyê vergirê vê xelatî ve ku li girtîxanê de bûye, berdewam dihate piştewanîkirin û nirxa vê jî bi îşkence û bêparkirin ji mafên wê wek girtiyeke siyasî jêre daye.

Nergis Mihemedî di demekê de wî xelatî werdigre ku Jinên civatgeha Îran û Kurdistanê bi xasmanî û tev netewên akinciyê li vê cografiya yê de, li jêr hejmoniya sitemkarane ya tuned rejîma komara îslamiya Îranê de rojane rastî tepeserî û girtin û sêdaredanê tên, ku mînaka herî nû jî Armîta Giravenda kiçe Kurdeke dine ye ku niha bi hegera tundûtîjiya hêzên rejîmê li nexweşxana Fecra tehranê li komayê de ye. Lêbelê, zêdebarî vê hemî tepeserî û sitemkariyane, xelik gelek bivêrane ji bona bidestveanîna mafên xwe xebatê dikin û li cehda berdewamiyê de ne.

Navenda birêveberiya Hizba Demokrat a kurdistana îranê, bi vê hilkevtê tewî destxweşî ji kumîta xelata Aştiya Nobêlê, pîrozbahiya herî germ pêşkêşî xatûn Nergis Mihemedî û tev jinên lêzan û vêreke Kurdistan û Îranê û hemî wan kesan dike ku ji boy bidestveanîna dadperwerî û azadiyê ji çi cure ked û xebatekê tewî nirxên girane vê, mukumin bo berdewamiyê.

 

Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

6 ê Çirriya Pêşîş a 2023 an