Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya lêbihorîna navnetewî daxwaza şandina heyeteke serbixwe ya navnetewî bo dosyeya “Armîta Girawend” kirin

12:01 - 7 Çirriya pêşîn 2023

Saziya Lêbihorîna Navnetewî daxwaz ji civaka cîhanî kiriye ku heyeteke serbixwe ya navnetewî bo lêkolîn li ser rewşa  “Armîta Girawend” bo Îranê bê şandin.

Saziya “Amnesty International” anku “Saziya Lêbihorîna Navnetewî” bi belavkirina peyamekê li ser tora civakiya “X”, daxwaz ji civaka cîhanî kiriye ku heyeteke serbixwe ya navnetewî bo lêkolîn li ser rewşa Keça Kurd a 16 Salî “Armîta Girawend” ku çendîn roj e li rewşa Komayê de ye, bo Îranê bişîne.

Li beşeke peyama “Saziya Lêbihorîna Navnetewî de hatiye: “Gelek belge li derheq hewldana berpirsên Îranê bo perdepoşkirina rewşa Armîta Girawend li ber dest de hene, ew ji aliyê yek ji hêzên birêvebirina yasaya hicaba bizorê hatiye kutan”.

Hêj xuya nîne ku rejîma Îranê li egera şandina vê heyeta navnetewî bo Îranê dê îznê bide wan an ne.

Rejîma Îranê li dema şehîdkirina “Jîna Emînî”yê de jî gelek hewl da ku bikare bi awayekî vê cinayeta xwe perdepoş bike lê ne tenê li hewldanên xwe de sernekevt, belku şehîdkirina “Jîna Emînî” bû destpêka serhildanekê li Rojhilat Kurdistan û Îranê ku heta niha jî berdewam e.