Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya Derxistina Rastiyan a Saziya Netewên Yekgirtî lêkolîn li ser rapora taybet bi “Armîta”yê dike

09:43 - 8 Çirriya pêşîn 2023

Şêwreya Mafê Mirov a Saziya Netewên Yekgirtî” ragihand ku Komîteya Derxistina Rastiyan a vê saziyê lêkolînê li ser rapora li derheq “Armîta Girawend” dike.
Roja Şemî 25ê Rezbera 1402 a Rojî, Şêwreya Mafê Mirov a Saziya Netewên Yekgirtî” bi pêka gotina “Komîteya Derxistina Rastiyan” li derheq rejîma Îranê nivîsand: “Em mijûlê lêkolîn li ser êrîşa bi ser “Armîta Girawend a temen 16 salî de ne ku bi tohmeta birêvenebirina yasayên hicaba bi zorê li vê rewçê de ye û ev yeka piştî derbasbûna yek sal ji canjidestdana “Jîna Emînî” ye; Mafê vekheviya jin li hemberê mêr divê bê parastin”.
Rewşa “Armîta Girawend” li nexweşxaneyê de hêj bi tevahî nehatiye zanîn û li roja derbasbûyî de hêzên rejîmê li nexweşxaneya leşkeriya “Fecr” a hêza esmaniya spaha pasdaran hatine guherîn û hêzên nû hatine cihgîrkirin; Herwisa odeya mana “Armîtayê jî guherîne û bo odeyeke nexuya ya vê nexweşxanê veguhastine û heta malbat û kêsên nêzî vê keça Kurd jî ti zanyariyek li ser rewşa tendirûstiya vê nînin.
Givaşên rejîmê ser malbat, hevkilasî û mamosteyên Armîtayê berdewam e û rejîma Îranê bi tundî û bi awayekî berfireh, hewla perdepoşkirina zaniyariyan dide û hemû nûçe û raporên li ser rewşa “Armîta”yê sansor dike û îzna belavkirina ti zanyariyekê li vê derheqê de bi ti kes an nûçegihanekê nade.