Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemas: “Îran li wan êrîşên me bo ser Îsraîlê, alîkariya dide me”

11:44 - 8 Çirriya pêşîn 2023

Berdevkê girûpa “Hemas”ê bi tekezî ragihandiye ku ew girûpe ji aliyê Îranê ve bo êrîşkirina ser Îsraîlê tê pêştevanîkirin û rejîma Îranê jî li roja derbasbûyî de bi awayekî dûr ji mirovahiyê, kuştina xelkê Îsraîlê kire ceşn û şayî.
Berdevkê saziya “Hemas”ê “Qazî Hemd” li demjimêrên şevê yê Şemî 15ê Rezberê li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “BBC” de got: “Alîkariyên ji aliyê Îranê bo encamdana vê êrîşa bi nişkê û biserdegirtinê de cihê şanazîkirinê ye”.
Herwisa navbirî gotiye: “Li êrîşa Hemas bo ser Îsraîlê, bilî Îranê çend welatên din jî alîkariya me kirine lê em nikarin navê wan eşkere bikin”. 
Herwisa Rûpela tora civakiya “X” a Elî Xamineyî, , nivîsandiye: “Îsraîl bi destê xelkê Felestînê û hêzên “Moqawimet” li tevahiya deverê de dê bê jinavbirin”.
Herwisa meclîsa rejîma Îranê tevî piştevanêkirin ji wan êrîşên hovane û kuştina xelkê medenî yê Îsraîlê, kuştina wan kesan bi serkevtinek zanî û keyfxweşiya xwe ragihand.
Ew yeka li halekê de ye ku hejmarek ji rêberên cîhanê li ser vê baweriyê ne ku rejîma Îranê li wan êrîşên hovane yên Hemasê bo ser xelkê Îsraîlê de rol heye.
Herwisa Hizbûllah a Lubnanê jî berpirsaretiya xwe li êrîşên sibêdeha roja Yekşemî bo ser Îsraîlê ragihand.