Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li şerê Hemasê digel Îsraîl, xeze kawil dibe û bi hezaran kesên medenî hatine kuştin an birîndarkirin

11:46 - 8 Çirriya pêşîn 2023

Girûpa Hemasê bi awayekî hovane û bi piştevanîkirina rejîma terorîstperwer a Îranê bûye sedem ku bi hezaran kes ji xelkê Îsraîl û Felestînê bêne kuştin an birîndarkirin û ew li stuyê rejîma Îranê ye.
Pêka girtevîdyoyên belavbûyî ji aliyê ragihandinên Îsraîlî û Hemasê ve, bi sedema wan êrîşan hejmareke zêde ji xelkê medenî aware bûne û devera Xeze li rewşa kawilbûnê de ye û ji aliyê din ve tevî xisarên canî û maliyên gelek zêde, rejîma Îranê li çendîn bajaran de hejmarek ji9 bikirêgirtiyên xwe kom kirine û kuştina xelkê bêtawan û medenî yê Îsraîlê wek serkevtinê pîroz kirine.
Pêka dawî amarên belavbûyî, 600 kes ji hêzên Îsraîl û Hemasê li wî şerî de hatine kuştin
Herwisa wezareta Tendirûstiya Xezê ragiyhandiye ku heta niha 256 li encama êrîşên Îsaîlê de hatine kuştin û hezar û 788 kes jî birîndar bûne û 300 kes ji xelkê Îsraîlê bi sedema êrîşên Hemasê hatine kuştin û hezar û 600 kes jî birîndar bûne ku birîna 318 kes ji wan dijwar e.
Pêka raporên belavbûyî şerê li navbera Îsraîl û Hemasê li 8 xalan de bi dijwarî berdewam e û li tevahiya demjimrên şeê, balafirên şerker ên Îsraîlê xeze bombebaran kirine ku piraniya wan armcan cihê mana berpirs û enbarên cebilxaneya Hemasê bûne.
Hêzên Hemasê girtevidyoyên bêrêzîkirinên dûr ji mirovahî û dûr ji hemû prensîpên exlaqî yên olî û navnetewî, bi kuştî û birîndaran û bi dîlgirtiyan belav kirine.