Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna Şêwreya Ewlehiyê li derheq êrêşa Hemasê bo ser Îsraîl, bi bê encam bi dawî hat

10:57 - 9 Çirriya pêşîn 2023

Şêwreya Ewlehî ya Netewên Yekgirtî bo gengeşe li ser rewşa Rojhilata Navîn û êrîşa bi nişkêve ya Hemasê bo ser Îsraîlê civînek lidar xist lê bê ti encamekê bingehîn bi dawî hat.

Pêka rapora Nûçegihaniya “CNN” a Amerêka, roja Yekşemî 16ê Rezbera 1402 a Rojî, Şêwreya Ewlehî ya Netewên Yekgirtî bo gengeşe li ser rewşa Rojhilata Navîn û êrîşa bi nişkêve ya Hemasê bo ser Îsraîlê civîneke awarte lidar xist ku piraniya endamên vê Şêwreyê êrîşa Hemasê bo ser Îsraîlê şermezar kirin lê beşek ji endamên din ew kiryara Hemasê şermezar nekirin û civîn bi dana ti biryarek li dijî Hemasê bi dawî hat.

Cihgirê Nûnerê Amerîka li Saziya Netewên Yekgirtî “Robert Wood” piştî vê civînê got: “Amerîka êrîşên Hemasê bo ser Îsraîlê şermezar dike û daxwaz ji civaka navnetewî dike ku hevpeyvendiya xwe digel Îsraîlê nîşan bidin.

Herwisa navbirî gotiye: “Divê ku Hemas heta dema ku kiryarên xwe yên terorîstî bi dawî neyîne, bê şermezarkirin”.

Herwisa Nûnerê Îsraîl li Saziya Netewên Yekgirtî “Gilad Erdan” li vê civîne de gotiye: “Dema vê hatiye ku jêrxanên leşkerî yên Hemasê ji nav bibin” û herwisa bi tekezî li ser rawestana micid li hember Hemasê got: “Êrîşên Hemasê yên roja Şemiyê bo ser xelkê Îsraîlê, cinayeta şer bûye”.