li 16ê Rezbera 1401 Rojî, şehêd “Pêyman Minberî, Daryûş Elîzade, Yehya Rehîmî û Mihemed Emînî” li bajarê Sinê de ji aliyê hêzên hov ên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin û salvegera wan şehîdan li wî bajarî de bi bilind hate ragirtin.
Malbata şehîd “Peyman Minberî” li salvegera şehîdbûna wî de cihê şehîdbûna wî gulbaran kirin û gulên sor li cihê şehîdbûna wî de danîn.
Herwisa tirba şehîd “Daryûş Elîzade” ji aliyê dayka wî ve bi gulên sor hate xemilandin û yad wî şehîdî bi bilind hate ragirtin.
Herwisa cihê şehîdbûna “Mihemed Emînî” jî ji aliyê malbata wî ve bi gulên sor hate xemilandin.
Ew şehîdên şoreşa Jînayê aliyê hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê ve bi gulleyên şer hatine şehîd kirin.