Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya êrîşên Îsraîlê bo ser binkeyên Hemasê li bajarê Xezê

11:45 - 9 Çirriya pêşîn 2023

Arteşa Îsraîlê ragehandiye ku şeva Yekşemî li ser Duşemî rêkefta 16e li ser 17ê Rezberê, zêdetir ji 500 cihên peywendîdar bi Hemasê li bajarê Xezê hatine bombebaran kirin.

Li gorî ragehandina Arteşa Îsraîlê, hêzên taybet çûne nav operasyona kontirolkirina çar cihên ku heya niha hêzên Hemasê têde amade ne.

Roja Yekşemî 16ê Rezberê, welatê Îsraîlê bi fermî rewşa şer ragehand û çiraya Kesik bo Kiryarên Serbazî yên berfireh, bo Arteşa wî welatî hil kir.

Dawî amarên Arteşa Îsraîlê, hejmara kuştiyên Îsraîlê ji 700 kesan derbabû, herwisa 2 hezar û 150 Îsraîlî jî birîndar bûne.

Di hember de, li encama êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser Xezê zêdetir ji 400 kesan hatine kuştin.

Hevdem Neteweyên Yekgirtî behsa vê yekê dike ku hejmara rûniştiyên Xezê li encama şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de ku aware bûne, giha bi 123 hezar kesan.

Li gorî amara Nivîsîngeha Hevahengî ya karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî, li du rojên yekem li şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, aliyê kêm 109 avahî û saxtiman li deverên cuda cuda li bajarê Xezê wêran bûne ku hezar û 210 avahyên din jî xisar ber keftine.