Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nigeraniyên li ser tendirûstiya Armîta Girawend zêdetir bûne

12:10 - 10 Çirriya pêşîn 2023

Pêka raporên belavbûyî, pizîşkên nexweşxaneya “Fecr” hewlê didin ku “Armîta Girawend”ê bi zindî rabigrin û operasiyona bi zindîragirtinê li ser vê keça Kurd bi rê ve birine.

Pêka nûçeyên belavbûyî, pizîşkên nexweşxaneya “Fecr” a hêza esmaniya spaha pasdaran li roja derbasbûyî operasiyona bo zindîragirtinê li ser “Armîta Girawend” a temen 16 salê bi rê ve birine û ew operasiyone li demekê de têne kirin ku asta oksîjenê bi sedema kêmkarî an sekinîna dil li laşê mirov an pirsgirêka hilmijîna hewa an pirsgirêka mejî de kêm dibe lê pizîşkên nexweşxaneyê û hêzên dorpêçkirina vê nexweşxaneyê ji belavkirina her cure zanyariyek li derheq rewşa tendirûstiya niha ya vê keça kurd xwe diparêzin.

“Armîta Girawend” a xelka bajarê Kirmaşanê ku bi sedeme derbeyên giran bi serê vê ji aliyê hêzên hov ên parastina hicaba bi zorê li bajarê Tehranê de li rewşa komayê de ye û li nexweşxaneya “Fecr” a ser bi hêza esmaniya spaha pasdaran a terorîst de hatiye razandin û rejîma Îranê tevî perdepoşkirina rastiyên li derheq şêwaza derbpêketin bi serê vê keça Kurd û rewşa tendirûstiya vê li nexweşxaneyê, îzna dîtina vê bi ti kesekî heta malbata vê re jî nadin.

Rejîma Îranê bi hemû awayekê hewla rêgirîkirin ji belavbûna zanyariyan li derheq rewşa “Armîta”yê dide.