Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

7 welatiyên Kurd bi sedema rêgirtin li karkirina Kangehekê de hatine girtin

12:12 - 10 Çirriya pêşîn 2023

Hefit kesên nerazî li çalakiya Kangeh anku Meidenê li bajarê Tikabê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.

Li gorî nûçeya giheştî bi Kurdistanmedia yê, hefit welatiyên Kurd yên bi navên, Elî Beraderan, Elî Serwî, Arif Zemanî, Emîn Gerhamî, Merûf Salimî, Zahîd Mecnûnî û Mehdî Mecnûnî, yên xelkên gundê Ehmed Ava yê ser bi bajarê Tikabê, bi sedema rêgirtin li karkirina Kangehekê  ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin

Ev 7 welatiyên Kurd piştî girtinê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve bo girtîgeha Miyandabê hatine veguhastin.

Yek ji girtiyan tûşê nexweşiya despêkî a dil hatiye û tevî rewşa xirap a wî welatiyê Kurd, hêzên rejîmê amade nebûn bo nexweşxaneyê veguhazin.

Hêjayê gotinê ye ev dever li çarçêweya deverek mîrata çandî anku (Mîras Ferhengî)  de ye, û spaha Pasdaran a terorîst ev dever bi bikaranîna rêkarên gendeliyê  dest bi ser wê deverê de girtiye.