Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deshilatdarekî Amerîka: Îran salê 100 Milyon Dolar alîkarî daye Taliban

11:56 - 1 Çirriya pêşîn 2023

Kartêr Milkasiyan, şêvrdarê berê yê wezareta berewaniya Amerîka ragihan ku rejîma Komara Îslamiya îranê, ji sala 2012an ve heya niha, salê 100 milyon Dolar alîkariya Taliban kiriye.

Gorî gotina wî deshilatdarê berê yê Amerîka, alîkariya rejîma Îranê bi Taliban li dehka destpêka bûna Amerîka li Efxanistanê de kêm bû, lê piştî sala 2012an alîkariya Îranê bi Taliban geheşte 100 milyon Dolarî.

Kartêr Melkasiyan aşkera kir ku Sipaha pastaran a terorîst alîkariya bi Taliban 10 salan berî niha bi avayê cuda cuda zêde kir, bi curekê ku serhev salê xwe sed Hezar Dolarî dida.

Deshilatdarên rejîma Îranê bi armanca tedaxulkirina li rewşa Efxanistanê de, ji bilî alîkariya bi Taliban, çendîn girûp û hêzên milîs yên girêdayî bi xwe çêkirine ji bona tevdaniya li Efxanistanê de.

Deshilatdarên rejîmê hertim alîkariya xwe bi Taliban û girûpa terorîstiye El Qaidê red kirine.

Hoseyîn Emîr Ebdulahiyan wezîrê derwe yê rejîma Îranê ku bi armanca beşdarî li kora giştiye netewê yekbûyî de çobû Niyoyorkê, amade nebû ku bersiva pirsyara li derheq vê îdiaya deshilatdarê amerîka bide.