Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Kurd li bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin

12:17 - 10 Çirriya pêşîn 2023

Ciwanekî Kurd û xelkê bajarê Sine yê bi navê Eyûb Ehmedî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya Hengawê, şeva Yekşemî 16ê Rezberê, Eyûb Ehmedî temen 27 salî û xelkê gundê Arenan yê ser bi bajarê Sine di encama êrîşa hêzên rejîmê bo ser xanebaxekî navbirî girtin û bo cihekî nexuya veguhastin.
Eyûb Ehmedî, kurapê Elî û Diyar Ehmedî ye ku li 24 roj berî niha hatine girtin û heya niha ti zaniyariyek li ser çarenivîsa wan ber dest nîne.
Hengawê ragihand girtina Eyûb Ehmedî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve bi awayekî hovane bûye.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, sedema girtin û tohmetên ku bi ser wan welatiyên Kurd de hatinî sepandin berdest nîne.
Elî Ehmedî û Diyar Ehmedî jî roja Înê 24ê Xermanana îsal li gundê Arenanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin û heya niha qedera wan nexuya ye.