Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi rê ve çon

12:21 - 10 Çirriya pêşîn 2023

Hejmarek ji malnişînkiriyên Saziya Dabînkirina Civakî û herwisa kêmendaman li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bo nîşandana nerizayetî li derheq  rewşa xirab a jiyanê, kombûnê nerizayetî lidar xistin.

Roja Yekşemî 16ê Rezbera 1402 a Rojî, hejmarek ji malnişînkiriyên Saziya Dabînkirina Civakî li bajarên Kirmaşan, Ehwaz, Erak û Şûş”ê de bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq rewşa xirab a jiyanê û pêrenegihîştin bi daxwaziyên wan, careke din li rûberûyê Saziya Dabînkirina Civakî li parêzgehên xwe de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Malnişînkiriyan dirûşmên wek “Jiyan, kiramet mafê me ye, dewleta şikestxwarî dujminê malnişînkiriyan e, dewlet îxanetê dike meclis piştevanî li dewletê dike, ew qas bêdadî ti gelekî bi xwe ve nedîtiye, bi tenê li ser şeqaman em dikarin mafê xwe bi destve bînin” û herwisa çendîn cur dirûşmên din dane.

Ji aliyê din ve, kemendaman li bajarên “Kirmaşan, Sine, Tehran, Erdebîl, Ehwaz, Îsfehan û Mazenderan”ê bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq rewşa xirab a jiyanê û cîbicînebûna madeya 27, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Kêmendaman, birêveneçona “Yasaya Kêmendaman” ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve bi bêrêzîkirin bi şan û kirameta mirovî û binpêkirina eşkere ya mafê mirov li Îranê de binav kirin.