Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizbullah a Lubnanê gef li Amerîkayê xwar

12:24 - 10 Çirriya pêşîn 2023

Piştî nêzîkbûna gemiya “USS Gerald R. Ford” a Amêrîkayê bo rojhilatê deryaya naverast, Hizbullah a Lubnanê gef li Amerîkayê xwariye ku hekî li şerê Îsraîl û Hemasê de destêwerdanê bike dê hêzên wan ên li Rojhilata navîn rastî êrîşan bibin.

Pêka rapora “Times” a Îsraîlê, piştî vê yekê ku Amerîkayê ragiyhandiye gemiya xwe ya şer bo deverê dişîne, berdevkê Hizbullahê gotiye ku “Felestîn Ukrayn nîne” û hekî Amerîka bi awayê rasterast destêverdan li wî şerî de bike dê bibe armanca êrîşên “Moqawimet”ê û ti hêleke sor namîne”!

Gemiya “USS Gerald R. Ford” bi 5 hezar melewan û zêdetir ji 90 balafirên F-35 digel çendîn gemiyên şerker ên Amerîkayê bo rêgirî li gihandina çekên zêde bo Hemasê, amadeyê şandin bo Îsraîlê bûye, ev gemiye, pêşkevtîtirîn gemiya hilgirê balafiran a Amerîkayê ye û pêşkevtîtirîn çekên giran ên şer li xwe girtine.

Herwisa roja Yekşemî 16ê Rezberê Senatorê payebilindê Komarîxwazên Amerîkayê “Lindsey Graham” li hevpeyvîn digel “Fox News”ê de gotibû: “Hekî Hizbullah êrîşê bike ser Îsraîlê, rejîma Îranê dê nirxeke gelek giran bide û Amerîka û Îsraîl bi hevahengî digel hev, dê palavtingehên Îranê ji nav bibin”.

Tevê îtirafkirina berpirsên Hizbullah û Hemasê bi rola bingehîn a rejîma Îranê bo rêkxistin, piştevanîkirina cebilxane û malî ji Hemasê bo êrîşkirin ser Îsraîlê, rejîma Îranê red dike ku ti rolek hebûye.