Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê gotiye ku şer digel Hemasê bê berçavgirtina dîlên Îsraîlî yên li destê hemasê de, dê berdewam be

10:57 - 10 Çirriya pêşîn 2023

Îsraîl dê êrîşên xwe yên ser Xezê berdewam bike heta eger dîlên Îsraîlî yên li destê hêzên Hemasê de rastî metrisiyên canî jî bibin û Hemasê jî ragihandiye ku bi her êrîşeke Îsraîlê dê dîlekî Îsraîlî bikujin.

Radyoya Ertêşa Îsraîlê bi belavkirina raporekê gotiye: “Êrîşên esmanî yên Îsraîlê tevî egera derbpêketin bi dîlên Îsraîlî yên li destê Hemasê, dê berdewam bibin û ev êrîşane dê bihêztir û berfirehtir jî bibin”; Bi wî awayî tê dîtin ku Îsraîlê biryar daye bi her nirxekê heta jinavbirîna Hemasê şer bidomîne.

Herwisa Radyoya Ertêşa Îsraîlê belav kiriye: “Hekî zanyariyên serast ên cihê ragirtina dîlên Îsraîlî ên li destê Hemasê de bê zanîn, êrîş li ser wan cihan nayêne kirin lê heta dema ku zanyariyên wiha li ber dest nebin, Îsraîl dê hemû cih û navend û binkeyên Hemasê bike armanc.

Herwisa Berdevkê Hêza “Izzedîn Qessam” a taya leşkeriya Hemasê gotiye: “Li her cure êrîşeke ku bê agehdarkirina berê, kesên medenî yên bê berevan bibin armanc, ev dê dîlekî Îsraîlî bikujin û girte vidyoya kuştina wan belav bikin”.

Herwisa Serokwezîrê Îsraîlê “Binyamîn Netanyaho” gotiye ku li rojên bê de şerê Îsraîl digel dujminên xwe dê heta çend nivşên bê, dê bê baskirin û şerê di gel Hemasê wekî şer û cehdkirina bona ji navbirina Daîşê hewcehiyeke girîng e.