Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Firankforta Alman de konferansa “Rêya Yekîtiya Giştî û Demokratîk” bi rê ve ço

12:33 - 10 Çirriya pêşîn 2023

Konferansa “Rêya Yekîtiya Giştî û Demokratîk” bi beşdariya du hevpeymaniyên “Kongireya Netewên Îrana Federal û Yekîtiya Giştî bo Azadî û Vekhevî li Îranê”, li bajarê Firankfortê de bi rê ve ço û daxuyaniyek hate belavkirin.

Pêka daxuyaniya wan 2 hevpeymaniyên “Kongireya Netewên Îrana Federal û Yekîtiya Giştî bo Azadî û Vekhevî li Îranê” armanca vê konferansê bo yekîtiyek giştî û demokratîk û eşkerekirina bernameyekê li jêr navê “xalên Hevparên me bo danûstandin li rêya yekîtiyek giştî û demokratîk” dane zanîn.

Li vê konferansê de Berpirsê Navenda Birêveberî ya Hizba Demokrat “Mistefa Hicrî” û herwisa Berdevkê Hizba Demokrat “Xalid Ezîzî” li ser mijarên taybet axivîn.

Herwisa Sekretera Hizba Tezamona Demokratîk a Ehwazê “Mona Sêlawî” û endamê Şêwreya rêberatî ya Hizba Çep a Îranê “Perwîz Newîdî” û “Omay Radmêhr” ji Hizba Demokrat a Azerbaycanê beşdar bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin.

Herwisa Çalakvana Fêmênîst “Mîna Xanî” û Dr. “Husên Lacewerdî jî beşdar bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin.

Herwisa “Hesen Şerefî” û “Yûnis Şamilî” bi nûneratî ji “Kongireya Netewên Îrana Federal û Yekîtiya Giştî bo Azadî û Vekhevî li Îranê” bersiva pirsyarên beşdarbûyên vê konferansê dan.