Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyama salekê de rejîma Îranê 659 kes bidar vekirine

17:36 - 10 Çirriya pêşîn 2023

Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê li roja cîhaniya “Rawestan li Hember Cezayê Bidarvekirinê” amara bidarvekirinan li heyama salekê ya derbasbûyî, belav kir.
Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê roja Duşemî 17ê Rezberê beramber digel 17ê October 2023, roja cîhaniya rawestan li hember cezayê bidarvekirin” di raportekê de ragihand, di navbera 17 rezber a1401 heta 17ê Rezbera 1402 a Rojî herî kêm 659 kes li Îranê hatine bidarvekirin û bi hezaran kes li benda îdamkirinê ne.
Pêka vê raporê rêjeya ku di nava wan êdamkiriyan de bi avayê  bidarvekirinê cezayê wan hatiye cî bi cî kirin, bi berewird digel yeksala pêştir, %24 zêde bûye.
Pêka vê raporê rêjeya sepandina cezayê bidarvekirinê li yeksasa derbasbûyî bi berewird digel sala pêştir, %84 zêde bûye.
Komeleya Çalakvanên Mafên Mirov tekezî kiriye ku ji gelempera wan 659 kesên ku di heyama yeksala derbasbûyî de hatine bidarvekirin, 17 kes ji wan jin, yek jî ku li dema sepandina cezayê de jêrî temen 18 salyê bûye û 7 kes jî li cihên giştî de li berçavên xelkê hatine bidarvekirin.
Pêka vê raporê, %63 a wan bidarvekirinan li Îranê bi nihênî û bê ti ragihandinekê hatine birêvebirin.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şoreşa “Jîna”yê ve, hijmara sepandina cecayê bidarvekirinê li Îranê bi awayekî berçav zêde bûye û piraniya kesên ku cezayê bibidarvekirinê bi ser de hatine sepandin, ji dadgehkirineke dadperwerane bêpar bûne.