Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatorê Amerîkayê daxwaza dorpêçên tundtir û zêdetir li ser rejîma Îranê kir

09:34 - 11 Çirriya pêşîn 2023

Serokê Komarîxwazên Meclisa Sena ya Amerîkayê daxwaza sepandina dorpêçên dijwartir û zêdetir bi ser rejîma Îranê kiriye.
Senatorê Amerîkayê “Mitch McConnell” ku serokê Komarîxwazên meclîsa Sena ya Amerîkayê ye, bi belavkirina gotarekê li rojnameya “The Wall Street Journal” de nivîsandiye: “Komara Îslamiya Îranê li êrîşa Hemas bo ser Îsraîlê de dest hebûye û hewce ye Amerîka û hevpeymanênê vê, dorpêçên nû û dijwartir bêxne ser rejîma Îranê”.
Herwisa Senator “Mitch McConnell” li gotara xwe de daxwaz ji hevpeymanên Amerîkayê kiriye ku îzna firîna balafirên Îranê li esmanê welatê xwe de hilveşînin, dest bi ser gemiyên Îranê de bigrin, banka navendiya Îranê tehrîm bikin û ticareta xwe digel Komara Îslamî qut bikin”.
Herwisa navbirî tekezî li ser şandina alîkariyên leşkerî û zanyariyan bo Îsraîlê bi armanca rawestan li hember Hemasê kiriye.
Herwisa û li vê derheqê de Hevahengkerê Peywendiyên Startejîk ê Koşka Sipî “John Kirby” li roja Duşemiya derbasbûyî de gotibû: “Tevî ku Amerîkayê ti zanyarî an belgeyek li ser beşdarbûna rastersat a rejîma Îslamiya Îranê li êrîşên girûpa Hemasê bo ser Îsraîl li ber dest de nîne, lê rejîma Îranê hevparê vê tawanê ye”.