Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji endamên Sendîkaya Mamosteyên Zanîngeha Şerîf dest ji kar kêşan

12:03 - 1 Çirriya pêşîn 2023

Bi sedema zêdebûna givaşên rejîma Îranê bi ser xwendekar û mamosteyên zanîngehan, çendîn endamên Sendîkaya Mamosteyên Zanîngeha Şerîf dest ji endametî li vê sendîkayê berdan.

Mamosteyê Fîzîk û sekreterê Sendîkaya Mamosteyên Zanîngeha Şerîf  “Wehîd Kerîmî” bi belavkirina nivîsekê li ragihandinên vê zanîngehê de destjikarberdana xwe li vê sendîkayê ragihand û sedema wî karê xwe banghêjkirina navbirî ji aliyê navendeke derveyî zanîngehê ve girêda.

Piştre mamosteyê Kîmiya “Seîd Şahruxiyan” û mamosteyê Avedanî “Ferdîn Ceiferzade” yên mamosteyên zanîngeha Şerîf, dest ji endametî li Sendîkaya Mamosteyên zanîngeha Şerîf berdan.

Herwisa Mamosteya Fîzîk “Mahserab Rahwar” û maosteyê endazyarîya hewa-feza “Elî Abidiyan” ên  mamosteyên zanîngeha Şerîf, ji endametiya vê sendikayê derkevtine.

Wan mamosteyan ragihandine ku bi sedema givaşên zêde li derveyê zanîngehê nikarin karê xwe bi başî bi rê ve bibin.