Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji hezar û 200 kes ji xelkê Îsraîlê li heyama wan çend rojan de hatine kuştin

12:17 - 11 Çirriya pêşîn 2023

Pêka amarên belavbûyî  ji aliyê Televîzyona “KAN” a  Îsraîlê, pitirtir ji hezar û 200 kesî bi sedema êrîşa Hemasê bo ser Îsraîlê li heyama wan çend rojan de hatine kuştin.
Roja Çarşemî 19ê Rezbera 1402 a Rojî, kanala televîzyoniya “KAN” a Îsraîlê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku heta niha zêdetir ji hezar û 200 kes ji xelkê Îsraîlê li encama êrîşa hêzên Hemasê bo ser xelkê Îsraîlê li wan çend rojan de hatine kuştin û zêdetir ji 2 hezar û 700 kes jî birîndar bûne.
Hêjayê gotinê ye ku ev êrîşa Hemasê bo ser xelkê Îsraîl bi serastî 50 sal piştî şerê “Yom Kippur” a sala 1973 a Zayînî hatiye kirin ku li wî şerî de welatên Erebî bi serokatiya Misrê li şerekî 6 roje de li hember Îsraêlê rastî şikestekê hatin.
Herwisa Saziya Netwên Yekgirtî ragihandiye ku li wî şerî de zêdetir ji 260 hezar kes ji xelkê Xezê aware bûne û zêdetir ji hezar bîna û xanî herifîne û dabînkirina hewcehiyan li vê deverê, rastî pirsgrêkên micid hatiye.
Pêka gotina berpirsên Îsraîlê, divê dewlet û xelkê Îsraîlê xwe bo şerekî demdirêj amade bike.
Destpêka êrîşa Hemasê bo ser xelkê Îsraîlê, bi êrîşa hêzên Hemasê bo beşdarbûyên rêûresma aşitiyê li nêzê “Xezê” bû ku bi 100an kesên bêtawan ên medenî bi awayekî hovane hatine kuştin û bi 100an kesên dinê jî hatine revandin û bi dîlgirtin.