Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nerizayetiya malnişînkiriyan li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi rê ve çon

12:36 - 11 Çirriya pêşîn 2023

Kombûnên nerizayetî yên malnişînkiriyan wek hemû heftiyan li Roja Sêmiyê li 5 parêzgehan de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi rê ve çon.
Roja Sêşemî 18ê Rezbera 1402 a Rojî hejmarek ji malnişînkiriyan li seranserê Îranê, dubare û bi pêka bernameya hemû Sêşemiyên nerizasyetî li heftiyên derbasbûyî û bo nîşandana nerizayetî li derheq pêrenigihîştin bi daxwaziyên wan ên wek, “birêvebirina vekhevkirin a mûçeyan, enflasiyon, bilindbûna nirxan, çaresernebûna bîmeya dermanî û tekmîlî”, li rûberûyê bînaya “Sindûqa Malnişînkiriyên Îranê” li navenda parêzgehan de bi rê ve çon.
Malnişînkiriyan li parêzgehên “Kirmaşan, Sine, Xûzistan, Hemedan û Qezwîn”ê de kombûnên nerizayetiyê lidar xistine.
Malnişînkiriyên nerazî, dirûşmên wek “Me tu dadpeweriyek nedîtiye bi tenê derev bihîstine, jiyan û keramet mafê me ye, soz û qewl bes e sifreya me vala ye, ne soz ne xapandin birêvebirina vekhevkirin” û çendîn dirûşmên din dane.
Herwisa malnişînkiriyên nerazî li parêzgeha Kirmaşanê de bi hilgirtina plakardan û nivîsandina dirûşmên wek: “Em malnişînkirî daxwaza birêveçona vekhevkirina mûçeyan digel karmendên hevpile bi pêka %90 ne, daxwaza malnişînkiriyan parastina keramet, xeşbijîwî, jiyan, bîmeya bikêrhatî û cibicîbûna tevaw a vekhevkirinan dikin”, daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe û cibicîbûna tevaw a vekhevkirina mûçeyan kirin.
Malnişînkiriyan careke din tekezî kirine ku heta bidestveanîna daxwaziyên xwe û pêregihîştin bi rewşa xirab a jiyana xwe, kombûnên xwe yên nerizayetiyê dê bidomînin.