Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Co Baydin: êrîşa Hemasê kiryarek tevahî şeytanî bû û Amerîka piştevanî ji Îsraîlê dike

12:39 - 11 Çirriya pêşîn 2023

Serok Komarê Amerîkayê roja Sêşemî 18ê Rezberê, di gutarekê de rastewxwe li koşka sipî ragehand: aliyê kêm 14 Amerîkî di êrîşa Hemas bo ser Îsraîlê hatine kuştin û hejmarek Amerîkayên din jî di nav wan kesan de ne ku Hemasê bi êxsîr girtine.
Co Baydin îşare bi vê yekê jî kir, ku berpirsên Amerîkayê biryar dane ku digel Îsraîlê bo azadkirina dîlan hevahengiyê bikin û , Wekî Serok Komar ti ewlewyetekê girîng nîne li deshilata wan Amerîkayên li seranserê cîhanê de bi dîl hatine girtin.
Demjimêrek piştî vê lêdwanê, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka sipî ragehand: aliyê kêm 20 welatiyên Amrîkî piştî êrîşa Hemas bo ser Îsraîlê bêserûşûn bûne.
Co Baydin di beşeke axaftinên xwe de, êrîşên girûpa Hemasê ku li roja Şemî ve dest pê kiriye, bi kiryarek tewaw şeytanî bi nav kiriye û ragehandiye ku Îsraîl mafê xwe heye bergiriyê ji xwe bike û Amerîka jî wê piştevaniyê jê bike.
Navbirî tekezî li ser vê yekê jî  kir ku girûpa Hemasê, nûnerê xelkê Felestînê bo diyarîkirina mafê çarenivîsa xwe nîn in, û ev girûpe welatiyan wekî Qelxana Mirovî bikar tîne.
Şerê dinavbera Îsraîl û Hemasê pê naye pêncemîn roja xwe û li gorî dawî raporan hejmara kuştiyên aliyê Îsraîlê ku piraniya wan xelkê medenî ne, li hezar kesan derbas bûye.
Herwisa Wezareta Tendirûstî ya Xezê ragehandiye, ku li encama êrîşa esmanî a Îsraîlê bo ser vê deverê aliyê kêm 830 kes hatine kuştin û 4 hezar û 250 kes jî birîndar bûne.
Herwisa Rêkxirava Nteweyên Yekgirtî ragehandiye ku pitir li 180 hezar rûniştiyên Xezê awareyê ser şeqaman bûne, yan jî di qutabxaneyan de akincîç bûne.
Malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.