Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa tendirûstiya “Armîta Girawend” li nexweşxaneya “Fecr” de rû bi xirabtrbûnê ve çoye

16:37 - 11 Çirriya pêşîn 2023

Pêka nûçeya nûçegihaniyeke ser bi rejîma Îranê, rewşa tenduristiya “Armîta Girawend” tevî hemû hewlên pizîşkan rû bi xirabtirbûnê ve diçe û nîşandekên zindîmana vê kêmtir bûne.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Borna” ya ser bi rejîma Îranê, rewşa tendirûstiya “Armîta Girawend” a temen 16 salî ya xelkê bajarê Kirmaşanê li nexwşxaneya “Fecr” a ser bi hêza esmaniya spaha pasdaran a rejîma Îranê li bajarê Tehranê ku li rewşa komayê de ye, nîşandekên zindîbûnê li wan çend rojan de guherîne û rû bi xirabtirbûnê ve çoye.

Herwisa vê nûçegihaniya ser bi rejîma Îranê îdia kiriye ku tîma pizîşkî bo baştirkirina rewşa “Armîta”yê hewlê didin.

Hêzên birêvebirina hicaba bi zorê yên rejîma Îranê li metroya bajarê Tehranê de “Armîta Girawend” bi awayekî hovane kutabûn ku li encam de derbên giran bi serê vê keça Kurd kevtine û çendîn roj e ku li rewşa komayê de ye û rejîma Îranê bi milîtarîzekirina nexweşxaneya Fecr û bi tundtirkirina çavdêrî û kontrol li ser çon û hatina xelkê bo vê nexweşxaneyê, “Armîta” bi odeyeke veşartî ya vê nexweşxaneyê veguhastine û rêgirî ji dîtin û her cure zanyariyek li derheq rewşa tendirûstiya vê dikin.

Herwisa hêzên ewlehî û îtilaatî yên rejîmê tevî gefxwarin ji malbat, heval, hevkilas û mamosteyên “Armîta Girawend”, huşdarî dane ku derkevtina her zanyariyek ji aliyê wan ve tê cezayeke giran li pey xwe bo wan bîne