Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di encama êrîşa hemasê bo ser Îsraîl 22 Amerîkayî hatine kuştin

10:59 - 12 Çirriya pêşîn 2023

Bilînkên wezîrê Derve yê Amerîka ragihand ku 22 Amerîkayî bi hegera êrîşa girûpa Hemasê bo ser Îsraîl hatine kuştin û çendîn Amerîkayî jî ji aliyê hemasê ve hatine êxsîrkirin û xûya nine ku niha kîderêne û mane yan ne. 
Wezîrê kar û barê derve yê Amerîka got: Em niha li cehda peydakirina rêçareyekê da ne, da ku bikarin hem jiyan êxsîrên destê Hemasê xelas bikin û hem bikarin pêşya kuştara zêdetire xelkê sivîl bigrin.
Amerîka ku piştewaniya xwe ji bo Îsraîl ragihandiye, gelek cebirxane û Firokên şerker û Navganên leşkerî rêkirne hem bo Îsraîl û hem wekî rewşa amadebaş li nawça Rojhilata Navîn de cihgir kirine.
Serkomarê Amerîka jî Co Baydên li axivtinekê de li derheq wî şerî de, ragihan: Me gelek bi zelalî li peyamekê de rejîma Îranê haydar kiriye ku bila haya xwe hebe û li şerê Xezê de teaxulê neke. 
Baydên ragihand ku ferman bi min re hatiye danê ku parêzvaniyê ji Cihûyên li Amerîka de bikim û em ti carî îznê nadin ku cinayetên bi dijî Cihûyan û kerb û kînane li Amerîka de hebin.