Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizbullaha Lubnanê êrîşê dike ser xelkê Îsraîlê

11:51 - 12 Çirriya pêşîn 2023

Pêka nûçeyên belavbûyî, Hizbullaha Lubnanê bi rakêt û katyûşayan êrîşê dike ser xelkê îsraîl û axa wî welatî û pêka gotina rojnameya Kêyhan a ser bi rejîma Îranê hizbullah tevlî şerê digel Îsraîlê bûye.
Pêka nûçeyekê ku rojnameya “Kêyhan” a ser bi Elî Xamineyî, belav kiriye, hêzên Hizbullaha Lubnanê tevlî şerê digel Îsraîlê dibin û vê rojnameyê daxuyaniyek li jêr navê daxuyaniya Hizbullahê belav kiriye ku bas ji kuştina çendîn kesên ser bi Hizbullahê li êrîşa Îsraîlê de kiriye ku li bersivê de Hizbullahê bi rakêtan binkeyeke Îsraîlê kirin e armanc.
Herwisa Hizbullah a Lubnanê li vê daxuyaniyê de Amerîka wek hevalbendê Îsraîl binav kiriye.
Pêka davî nûçeyên belavbûyî, 15 dironên Hubullahê bajarê “Hêyfa”kirina emanc  û dengê ajîra metirsiyê li hemû deverên bakûrê Îsraîlê de bilind bûye.
Ji aliyê din ve “Fariyen Palêsî” belav kiriye ku beşek ji Hizbullahê amade nîne tevlî şer digel Îsraîlê bibe lê beşeke din a vê girûpê bi sedema nêzîkbûn digel Hemasê bi rakêtan êrîş kirne ser Îsraîlê.
Bi awayekî din Hizbullaha Lubnanê ji tirsê tûşbûn bi çarenivêsa Hemasê naxwaze tevlî şer digel Îsraîlê bibe lê bi sedema bandora kesên girêdayê bi rejîma Îranê li vê girûpê de renge rastî çarenivîsek wek Hemasê bibe û bi tenê bimîne û rejîma Îranê jî pişta vê girûpê wek Hemasê berde û bibe sedema jinavçûna wan.
Elî Xamineyî ku her dem îdiaya piştevaniya tevaw ji Hemasê û girûpên tundrew dikir û ji bona şer bi dijî Îsraîlê ev girûp hay didan, niha ji tirsan ve pişta vê girûpê li şerê digel Îsraîlê de berdaye û li hember kerb û kîna Îsraîlê de bi tenê hiştiye.