Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hat ragihandin ku Mejiyê Armîta Girawend miriye

11:58 - 12 Çirriya pêşîn 2023

Tîma Pizişkiye Armîtayê ragihandiye ku mejiyê Armîtayê bi temamî ji kar kevtiye û ti cureyî çalakiya mejiyê vê nemaye û ti hiviyek jî nemaye ku ev keça vegere bo jiyanê.

Şeva derbasbûyî tîma pizişkiye Armîtayê, hêzên ewlehiye cihgir li nexweşxana Fecir de agehdar kirine ku çi hiviyek ji bona zindî mana Armîta yê nemaye û mejiyê vê bi temamî ji kar kevt ku jêre tête gotin mirna mejî.

Ragihandina mirna mejî ji aliyê tîma pizişkî ve, tê wateya mirna yek cariye Armîta Girawend, lê rejîm bi pîlan û xapandina xelkê û malbata Armîtayê, dixwaze hêdî hêdî nûçê mirna Armîtayê rabigehîne.

Gelek kes li ser vê baverêne ku mêjveye Armîta yê canê xwe ji dest dayê , lê rejîmê ji tirsê serhildana nerizayetiya xelkê û dengdana li media û cîhanê de aşkere nedikir, lê rejîm niha li jêr sîbera bandora şerê Hemas û Îsraîlê de jêveye ku derfetekî başe ku rabigehîne.

“Armîta Girawend” li metroya bajarê Tehranê de rastî lêdan û kutanê ji aliyê hêzên rejîmê hat û derbên giran bi serê vê keça Kurd kevtine, rejîma Îranê bi milîtarîzekirina nexweşxaneya Fecr û bi tundtirkirina çavdêrî û kontrol li ser hatin û çona xelkê bo vê nexweşxaneyê, rewşa “Armîta”yê veşartin.

Herwisa hêzên ewlehî û îtilaatî yên rejîmê tevî gefxwarin ji malbat, heval, hevkilas û mamosteyên “Armîta Girawend”, huşdarî dane ku derkevtina her zanyariyek ji aliyê wan dê cezayeke giran li pey hebe.

Rejîma Îranê ji tirsê dubarebûna serhildana seranserî wek destpêkirina serhildana “Jîna”yê li Îranê hemû zanyariyên li derheq vê keça kurd sansor dike.