Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevahiya dahata kedkaran bo dabînkirina kirayeya xaniyan xerc dibe

16:53 - 12 Çirriya pêşîn 2023

Li bajarê Tehranê de %100 a heqdesta kedkaran bo dabînkirina kirayeya avahiyan tê xerc kirin û li bajarên din de zêdetir ji %55 a heqdesta kedkaran bo kirayeya xaniyan tê xerckirin.
Pêka rapora nûçegihaniya “ÎLNA” ya ser bi rejîma Îranê, li bajarê Tehranê de %100 û li bajarên din de zêdetir ji %55 a heqdesta kedkaran bo dabînkirina kirayeya xanî û avahiyan tê xerc kirin û li seranserê Îranê de zêdetir ji %66 a karmend û malnişînkiriyan jî pirsgirêka kirayeya xaniyan hene.
Herwisa serokê navenda lêkolîn a meclîsa rejîma Îranê “Babek Nigahdarî” gotiye ku nirxa xaniyan û kirayeya wan ji sala 1397an ve 10 qat zêde bûye û ev yeka li halekê de ye ku bi wî qasî heqdesta kedkaran zêde nebûye.
Li halekê de ku heqdesta kedkarekî ku jiyana hevpar pêk aniye û xwediyê 2 zarokan e, kêmtir ji 14 milyon û 800 hezar Tumenî ye ku li bajarê Tehranê bi tenê têra kirayeya xaniyek li taxên hejarnişîn de dike.