Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hêzeke zêde bo deverên rojavayê parêzgeha Xûzistanê şand

15:25 - 12 Çirriya pêşîn 2023

Pêka girte vidyoyên belavbûyî, bi sedemeke nexuya rejîma Îranê zêdetir ji 100 tank û zirêpoşên xwe bo deverên rojavayê parêzgeha Xûzistanê şandin.
Pêka girtevîdyoyên belavbûyî rejîma Îranê zêdetir ji 100 tank û zirêpoşên xwe bo parêzgeha Xûzistanê şandine û wêne û girte vidyên vê veguhastinê li rêya Ehwaz bo Endîmişkê hatine belavkirin lê xuya nîne ku sedema şandina wan tank û zirêpoşan veguhastinê hêzê bo wan deverane ye, an hêzên xwe yên zirêpoş li wan deveran de diguhere.
Piştî aloziyên li Rojhilata naverast û bi taybet zêdebûn û berfirehtirbûna şerê li navbera Îsraîl û girûpên Felestînî wek Hemas û Hizbullaha Lubnanê, rejîma Îranê pişta wan hêzan bi sedema tirs ji egera êrîşkirina hêzên Îsraîl û Amerîkayê, berdaye û li jêr givaşeke dijwar a siyasî de ye.
Hêj xuya nîne ku ev hêzane bi çi armancekê bo rojavayê parêzgeha Xûzistanê hatine şandin.