Endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarê Serdeştê de bi nivîsandina dirûşman li ser dîwarên bajar, amdebûna xwe bo cîbicîkirina heçî erkekî hizbî ragihandin û soza xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.
Şeva derbasbûyî 19ê rezberê, endamên têkoşer ên Hizba Demokrat li taxên cuda ên bajarê Serdeştê de li ser dîwarên bajar dirûşmên Hizbî nivîsandin û dane xuya ku tevî hemû rewşên awarte û milîtarîzekirina bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên tepeserkar û hov ên rejîma Îranê, şoreş û xebat bo rizgariyê berdewam e û heta gihîştin bi armancên rewa yên gelê Kurd dê xebata xwe bidomîn.
Wan endamên têkoşer, dirûşmên wek “Jin Jiyan Azadî, Kela Demokrat Rasna Cîya, Kela Demokrat bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne, li ser dîwaran nivîsandine.
Endam û alîgirên Hizba Demokrat bi encamdana vê çalakiyê, amadebûna xwe bo encamdana her cure çalakî û birêvebirina her erkek Hizbî û niştimanî dane xuya.