Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mehmûd Ebas kuştina sivîlan ji aliyê herduk aliyên şer ve şermezar kir

11:01 - 14 Çirriya pêşîn 2023

Mehmûd Ebas serokê teşkîlata xwebirêvebere Felestînê, roja Pêncşemiyê 20ê Rezberê, hevdem li gel berdewamiya şer li Xezê, bi dana daxûyaniyekê ji riya deftera xwe, neyariya xwe tevî kuştina sivîlan ji aliyê herduk layên şer anku Îsraîl û Hemasê ve da xûyakirin.
Mehmûd Ebas Serokê Felestînê got: Em kuştina xelkê sivîl, yan bikaranîna wan weke mertala şer ji aliyê herduk layên şer ve mehkûm û red dikin, çimku ev kare bervajiyê hemî cure exlaq, Ol, û yasayekî navnetewî ye.
Mehmûd Ebas tevî daxwaza ragirtina şer, daxwaza alîkariya mirov dostane wek Av, Xwarin, Berq, hewcehiyên derman, û wekirina rêka bileze Xezê bona gihandina alîkariyên mirovdostane bû.
Di encama şerê di navbera Hemas û Îsraîl de, aliyê kêm 3 Hezar kesan canê xwe ji dest dane, 10 Hezar kes birîndar bûne, Sedan Hezar kes bê mal û hal mane.