Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana Erbistanê kir

09:37 - 14 Çirriya pêşîn 2023

Wezîrê Derve yê Amerîkayê piştî serdana Îsraîlê û çend welatên din ên Erebî, serdeana Erbistanê kir û li bajarê “Cedde”yê de berpirsên Erebistanê pêşewazî ji vî kirin.

Li gera raporan Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” û serdana çend welatên Rojhilata Navîn wek Ordon û Qeterê, ji bajarê Telavîvê ve çoye bajarê “Cedde” û berpirsên Erebistanê pêşewaziya wî kirin; Piştî şerê Hemasê digel Îsraîlê, peymana “Îbrahîm” ku li serdemê serkomariya “Donald Trump” de ji aliyê çendîn welatên Erebî ve bo asayîkirina pêwendiyan digel Îsraîl hatibû wajokirin, rastî pirsgirêkan hat û Amerîka cehdê dike ku wan pirsgirêkan çareser bike.

Herwisa êrîşa Hemasê bo ser xelkê Îsraîlê bibû sedem ku hejmarek ji welatên Erebî bersiva Îsraîlê bi wan êrîşan bi narewa bizanin û lê heta niha ti welatekî Erebî amade nebûye ku li wî şerî de li dijî Îsraîlê beşdarî bike û egera vê yekê jî nîne, lê bûye sedema sarbûna pêwendiyên wan welatan digel Îsraîl ku bi awayekî lihevhatina Îbrahîm kevtiye astengiyan.

Pêka gotina hinek ji çavkaniyan, rejîma Îranê bo derbelêldan bi lihevhatina Îbrahîm û rêgirîkirin li asayîbûna pêwendiyên Erebistan û Îsraîlê, girûpa Hemasê bo vî şerî han daye lê xuya ye ku li karê xwe de serkevtî nebûye û bû sedema şikesta Hemasê.