Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bê hêvîbûna pizîşkan li baş bûna Armîta Gerawend

11:11 - 14 Çirriya pêşîn 2023

Tîma pizîşkiya nexweşxaneya Fecr a Tehranê, bi malbata Armîta Girawend ragehandine ku hegera baş bûna keça we li sifir ve nêzîke û rewşa navbirî li 11 rojên derbasbûyî ku li komayê de bûye, heya niha wekî xwe maye.

Li gorî rapora Hengawê, roja Pêncşemî 20ê Rezberê, tîma pizîşkiya nexweşxaneya Fecr, tekezî liser vê yekê kirin ku ti rêyeke pizîşkî bo çareserkirina Armîta Gerawend nemaye û li hember baş bûna vê keça Kurd ya temen 16 salî û qurbaniyê hicaba bizorê, bê hêvî bûne.

Ev keça Kurd li roja yekem ve di nexweşxaneyê de hatiye razandin, û bi sedema nebaşbûna rewşa tendirûstiya wê, ti neştergeriyek bo nehatiye encam dan û li nexweşxaneyê de tenê karîne asta hişyariya wê bi zindî bihêlin.

Heya niha 6 pizîşkan pişkinîn ji bo Armîta Gerawend encam dane û wan pizîşkan ragehandiye ku, Jiyan û mirina Armîta Gerawend di dest xwedê de ye, tenê em dikarin duayan bikin.

Malbata Armîta yê, di niha de bilî givaşa rewanî bi sedema rewşa nebaşbûna keça xwe, li jêr givaş û kontirola navendên Ewlehî de ne.

Ber li nîvroya roja Yekşemî 9ê Rezberê Armîta Gerawend xelkê bajarê Kirmaşanê û akinciyê bajarê Tehranê, li metroya Şoheda li Tehranê bi sedema pêşêlkirina hicaba bizorê ji aliyê polîsên parastina hicabê ve êrîş kirine ser Armîta Girawend û bi awayekî hov lêxistin, piştre navbirî bo nexweşxaneya Fecr a wî bajarî hate veguhastin  ku heya niha di vê nexweşxaneyê de li jêr çavedêriya tund a ewlehî de hatiye razandin û di rewşa komayê de ye.