Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer di navbera Hemas û Îsraîlê de berfirehtir dibe

11:50 - 14 Çirriya pêşîn 2023

Artêşa Îsraîl ragihand ku Tang û cebirxane û hêza vejayî a xwe amade kiriye ji bona paqijkirina Xezê ji endamên girûpa Hemasê û dê êrîşekî berfireh destpê bike.
Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netenyahû daxwaz ji hemî xelkê sivîle Xezê kiriye ku ji Xezê derkevin û derfetê bidin bo meydana şer, daku sivîl xesarê nebînin.
Îsraîl ragihand ku dê hem bi armanca peydakirina êxsîra û cihê wan û xelaskirina wan ji dest Hemasê, hem paqijkirin û ji navbirina bi yekcariye Hemasê ev êrîş dê bête encamdanê.
Ji aliyekî dinê ve jî piştî evê ku Hizbiullaha Lubnanê çend rokêt havêtne hêzên Îsraîlî, Topxane û Firokên şerkere Îsraîl êrîş kirne ser hin binke û cihên Hizbullahê li başûra Lubnanê û hate ragihandin çendî kes ji endamê Hizbullahê hatine kuştin û xisarekî mezine madî û leşkerî gehaye Hizbullahê.
Gorî dawî amaran di şerê navbera Hemas û Îsraîl de, aliyê kêm 3 Hezar kes hatine kuştin, 10 Hezar kes birîndar bûne, dehan Hezar kes bê mal û hal mane.
Bi êrîşa vejayî a Îsraîl bo ser Xezê nîgeranî ji egera çona nava şerekî dirêj û malvêranker heye. Ev şere bi êrîşa Hemasê bo ser Îsraîl û kuştina xelkê sivîl destpê kir û niha jî piraniya welatên cîhanê piştevaniya Îsraîl dikin û berevaniya rewa bi mafê Îsraîl dizanin.