Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 216 kes li salvegera “Îna bi Xwîn” li Belûçistanê de hatine binçavkirin

10:50 - 2 Çirriya pêşîn 2023

Zêdetir ji 216 kes li salvegera “Îna bi Xwîn” li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin ku nasnameya 110 kes ji wan hatiye zanîn ku 32 kes ji wan zarok in.

Pêka rapora malpera “Halveş” li salvegera “Îna bi Xwîn” a bajarê Zahidanê, hejmareke zêde ji xelkê Belûçistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin ku 216 kesan zêdetir e û heta niha vê malperê kariye nasnameya 110 kes ji wan binçavkiriyan belav bike ku 32 kes ji wan binçavkiriyan zarok in.

Malpera “Halveş” li rapora xwe de daye zanîn hêzên rejîma Îranê bi awayê bi kom xelk li bajarên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de binçav kirine.

Pêka vê raporê, hêzên hov û serkutker ên rejîmê, li dema binçavkirina wan 32 zarokan de tevî bêrêzîkirinê, bi awayekî hovane û tundûtîj ew zarok binçav kirine ku heta niha ti zanyariyek li derheq rewşa wan li ber dest de nîne.