Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna çalakiyên teblîxî û bilind ragirtina yada şehîdan

11:58 - 14 Çirriya pêşîn 2023

Endam û alîgirên Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê li bajarên Serdeşt û Bokanê li dirêjeya kar û çalakiyên teblîxiye xwe de, piştevaniya xwe li Hizba Demokrat dubare kirin û yada şehîdên sorxelat yên hizba Demokrat û gelê xwe bilind nirxanidin.
Endamên tekoşer yên Hizba Demokrat li bajarê Serdeştê bi nivîsîna dirûşmên wek, Jin Jiyan Azadî û bajarên Kurdistan qelaya Demokratê ne, piştevaniya xwe li şoreşa Jînayê kirin û pêgeha bilind û rola sereke ya hizba Demokrat li xebat bi dijî rejîma Îranê dane xuyakirin.
Herwisa endam û alîgirên dilsoz û çavnetirs yên hizba Demokrat li bajarê Bokanê, rêkefta 18ê Rezberê bi boneya salvegera şehîdkirina fermandê bi wece hizbê, şehîd Ehmed Guhgerd fermandê hêza Beyan, çalakiyên banghêjî encam dan û digel rêbaza şehîdan peymana wefadariyê nû kirin.
Evîndarên rêya azadî û serbestiyê li ser tirba kadirê bi wec û hevalê Westa Ehmed, Şehîd Şemal Şûcaiî, li gundê Qaraweçikole li nêzî bajarê Bokanê bi alaya Kurdistan û arma hizba Demokrat û logoya hêza Pêşmerge û wêneyên rêberên şehîd û fermandê şehîd, çalakiyên banghêjî birêve bikin.