Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend yekeyên palavtingeha Eselûyê ji kar kevtine

12:08 - 14 Çirriya pêşîn 2023

Du yekeyên palavtingeha Eselûyê li parêzgeha Bûşerhrê de ji kar kevtine û gazeke zêde li vê palavtingehê de penguriye û neçar mane bi rêyên din vê gazê vala bikin û bişewitînin.
Pêka raporên belavbûyî, yekeyên 15 û 16 a palavtingeha Eselûyê li parêzgeha Bûşehrê bi sedemeke nexuya ji kar kevtine û gazeke gelek zêde têde maye ku neçar mane bi alavên Filêr, gazê ji wan yeken derxînin û bişewitînin.
Hêjayê gotoinê ye ku xwediyê yekeyên 15 û 16 ên vê palavtingehê spaha pasdaran a terorîst e û berhemên wan yekeyan jî ji aliyê spaha pasdaran ve têne birin.
Yekeyên 15 û 16 ên Eselûyê, palavtingeha 6 a gaza parsê Cinûbî ye ku li befranbara  sala 1385 a Rojî de ji aliyê kompaniyên “Arya Neft, Endazyarî û Avakirinên Deryayî, Sef, ISOICO a rejîma Îranê û Dana Kîş”ê ve bo spaha pasdaran hate berfirerkirin.
Pêka marên rejîmê her rojê 78 hezar bermîl gaza şil û berhemên din ên wek propan û gûgirda hişk berhem tîne ku xwediyê çendîn tankerên mezin wek enbara paşkevtkirina gaza şil û berhemên din ên gazî ye ku niha bi sedemên nexuya gaz li wan de dipengure.