Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîlê huşdariyeke tund daye dewleta Lubnanê

00:06 - 15 Çirriya pêşîn 2023

Pêka raporên belavbûyî, li sînorê Îsraîl û Lubnanê de, Hizbullah a Lubnanê bi rakêt û xumpareyan binkeyên Îsraîlê kirine armanc û Artêşa Îsraîlê jî bi topxaneyê bersiva wan daye û li vê derheqê de huşdarî daye dewleta Lubnanê.

Pêka rapora rojnameya “Iqtisad News” a rejîma Îranê, Hizbullah a Lubnanê bi belavkirina daxuyaniyekê li roja Şemî 22ê Rezberê, gotiye ku çend binkeyên Îsraîlê yên ser sînor li “Roysat El-Alem, Zubdîn û El-Simaqe” bi rakêt û xumpareyan kirine armanc”.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku Artêşa Îsraîlê bi topxaneyê bersiva êrîşên Hizbullah a Lubnanê daye lê ti basek ji xisarên Hizbullahê nekirye.

Ji aliyê din ve jî Berdevkê Artêşa Îsraîlê “Evîxay Edra`î” bi belavkirina peyamekê li ser tora civakiya “X” huşdarî daye dewleta Lubnanê ku her destdirêjiyek bo ser axa Îsraîlê bê kirin, dewleta Lubnanê berpirsyar e û her kes li sînor derbas bibê, dê bê kuştin.