Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Partiya Demokrat-Kirîstiyan a Alman daxwaz ji misilmanan kir ku ji Hemasê dûr bikevin

09:05 - 15 Çirriya pêşîn 2023

Serokê Partiya Demokrat-Kirîstiyan a Alman li hevpeyvîn digel rojnameyeke Alamanî de daxwaz ji misilmanan kiriye ku ji kiryarên tundûtîj ên Hemasê xwe bi dûr bigrin.
Serokê Partiya Demokrat-Kirîstiyan a Alman “Firîdrîş Mêrts” li hevpeyvînekê de digel rojnameya “Vêlt Am Zontag” de daxwaz ji misilmanan kiriye ku bi tevahî ji kiryarên tundûtîj ên Hemasê xwe bi dûr bigrîn û herwisa daxwaz ji rêkxistinên Îslamî kiriye ku bê ti hêcetekê ji her cure tundûtîjî bi taybet ji kiryarên terorîstyî yên Hovaneyên Hemasê li Îsraîlê, xwe bi dûr bigrin”.
Herwisa navbirî tevî rexnegirtin ji Şêwreya Navendî ya Misilmanan li Alman, got: “Daxuyaniya vê Şêwrayê li derheq êrîşên Hemasê bo ser Îsraîl, bi ti awayek nayê qebûlkirin”.
Herwisa “Firîdrîş Mêrts” li vê hevpeyvînê de daxwaza daxistina damezraveyên wek Navenda Îslamiya Hamborgê kir û pêka gotina wî, li wan cihan de teblîx bo dijayetîkirin û kîn ji cihûyan û Îsraîlê têne belavkirin.