Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firokên Îsraîlî carekî din êrîşa esmanî kirne ser Sûriye

10:38 - 15 Çirriya pêşîn 2023

Firokên şerker yên Îsraîl carekî din çendîn cih li Sûriyê de kirne armanca bombebarana xwe.
Êvariya Şemiyê 22 yê Rezberê, Firokên şerkere Îsraîl çendîn cih li parêzgeha Helebê kirne armanc û bi tundî bombebaran kirin.
Berdevkê Artêşa Îsraîl li vê derheqê de got: Çendîn cih li parêzgeha Helebê kevtine ber êrîşa esmaniye Firokên şerker yên Îsraîl.
Bi gotina berdevkê Artêşa Îsraîl, ev êrîşa bo ser Helebê, bi fermana Serokê Sitada giştiye Artêşa Îsraîl hatiye encamdanê ku bersivek bûye li hember êrîş û havêtina mûşekan li nava xaka Sûriyê ve bo Îsraîl.
Piştî şerê di navbera Hemas û Îsraîl de, Firokên Îsraîlî berdewam êrîş kirine ser Sûriyê û bitaybet herduk Balafirxanên Şam û Helebê bombebaran kirine û Îsraîl ragihandiye ku bi hegera wan êrîşan ji bilî xisara madî û leşkerî, dehan kes ji milîsên girêdayî bi rejîma Îranê li Sûriyê de hatine kuştin.