Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banka Millî ya taya Navendî ya rejîmê li bajarê ehwazê de agir pêket

10:39 - 15 Çirriya pêşîn 2023

Bi sedemeke nexuya banka Millî ya taya Navendî ya rejîma Îranê li bajarê Ehwazê de agir pêket û heta niha ti zanyariyeke serast li derheq xisarên canî û malî yên vê şewatê nehatine zanîn.
Pêka raporên belavbûyî, roja Şemî 22ê Rezbera 1402 a Rojî, agirpêketineke berfireh li banka millî ya taya Navendiya rejîma Îranê qewimiye û heta niha ti zanyariyeke serast li derheq sedema agirpêketin an agirberdana bi vê bankê û xisarên pêketî yên canî û malî bi vê banka rejîmê li ber dest nîne.
Berpirsê Saziya Temirandina Agir û Xizmetguzariyên Bajarvaniya Ehwazê “Îbrahîm Qenberî”, li vê derheqê de got: “Agirpêketineke mezin li demjimêr 10 û 2 xulekê  şevê ya 22ê Rezberê, li bînaya banka Millî ya taya Merkezî li şeqama 24 metriya Ehwazê ku bi navê “Azadigan” jî tê naskirin, qewimye û tevahiya vê bînayê li nav agir de şewitiye”.
Herwisa Berdevkê Orjans û Birêveberê Bûyeran ê Zanîngeha Zanistên Pizişkiya Ehwazê  “Arîf Şerhanî” li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “ÎSNA” a ser bi rejîmê de gotiye ku li demjimêr 10 û 10 xulekên şevê ya 22ê Rezberê, ambolansek bo cihê vê şewatê hatiye şandin.
Heta niha ti zanyariyek li derheq sedem û xisarên canî û malî yên vê agirpêketinê nehatine belavkirin.