Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li cehda berfirehtir kirina şer û malvêraniyê de ne

11:15 - 15 Çirriya pêşîn 2023

Rejîma Îranê bi hemî awayekê cehdê dike ku agirê şerê di navbera Hema û Îsraîlê de netemire û berfirehtir be.
Ev 2 roje Huseyn Emîr Ebdulahiyan wezîrê derve yê rejîma Îslamiya Îranê li sêgoşa Sûriye, Êraq û Lubnanê dizivire û li cehda hevahengî çêkirina di navbera girûpên girêdayî bi xwe li wan welatan de ye bo amadekariya şerê bi dijî Îsraîl, ku rejîma îranê bi wî karî dixwaze agir berde hemî nawça Rojhilata Navîn ku hekî qewimî, renge ev agir bi kesê yan bi wan zûkatiyan netemire.
Di demekê de ku Wezîrê derve yê rejîmê berdewam li kombûn û hevdîtina di gele Hesen Nesrullah, Beşar Esed, Îsmaîl Heniye daye, li navxweya Îranê jî rejîm kirêgirtî û pastarên terorîste xwe tîne ser şeqaman bi nîşana piştewaniya Hemasê.
Parek ji deshilatdarên rejîmê banghêjiya çona rejîma Îranê bo şerê di gel Îsraîl dike, bo mînak Elî Muteherî ragihand: Ger Îsraîl êrîşa vejayî bike ser Xezê, Îran jî dê hêzên xwe beşdarî şer bike û erkekî giran jî dikeve ser Rûsiye û Çînê.
Ji aliyekî din ve jî hevdem li gel pirûpagenda rejîmê bona piştewaniya ji Hemasê, “Deng û Rengê” rejîmê bi belavkirina jêrnivîs û agehdariyan û peyaman ji Televîzyonê ve, hejmara Telefonan belav dikin û ji xelkê dixwazin ku ji bona çona bo şerê Îsraîl navê xwe tomar bikin.