Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sînemakarekî Îranê û hevjîna wî bi awayê cihê gumanê hatine kuştin

11:42 - 15 Çirriya pêşîn 2023

Derhênerê Sînema û hunermendê Îranê “Daryûş Mêhrcû” û hevjîna wî ya bi navê “Vehîdê Mihemedîfer”  bi sedemeke nexuya hatine kuştin û rejîmê jî ti zanyariyek li derheq sedem û bikujê wan belav nekiriye.
Pêka raporên navxwyê yên rejîma Îranê, derhêner û hunermendê sînemakare Îranê “Daryûş mêhrcû” û hevjîna wî ya bi navê “Vehîde Mihemedîfer” li wîlaya xwe de li bajarê Kerecê de hatine kuştin û pêka zanyariyên belavbûyî ji aliyê kesekî ve gefa kuştinê li wan hatibû xwarin,
“Daryûş Mêrcû” û hevjîna wî, navendên pêwendîdar ên rejîmê li derheq gefxwarina kesekî biyanî li wan agehdar kiribûn, lê berpirên întizamî û ewlehî yên pêwendîdar guh bi wan daxwazan nedaye û li encam de ev du kese hatine kuştin.
Hewceye bê gotin ku bi sedema nedana îzna belavkirina Fîlma Daryûş, ji aliyê rejîmê ve, navbirî çen rojekan berî niha vîdeoyekî bi rexneyên tund bi dijî dem û dezgehên rejîmê belav kiribû.
Heta niha rejîmê ti zanyariyeke serast li derheq sedema kuştin û bikerê vê kiryarê belav nekirine.