Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kolberên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên rejîm birîndar bûn

12:05 - 15 Çirriya pêşîn 2023

Kolberekî Kurd bi navê Emî Kerîmî xelkê gundê Goşxane a girêdayî bi Sewlawaya Sinê, li ser sinûrê nawça Encîran li bajarê Merîwanê li encama gulle berdana rasterast a hêzên rejîmê li henga sersinûrî, birîndar bû.
Gorî zaniyariyan ku nasnama wî kolberê Kurd Emîr Kerîmî temen 40 salî hatiye zanîn,  piştî birîndarbûnê bi sedema kûratiya birînan ev bo tedawiyê ji bo nexweşxaneyekî Tehranê hatiye veguhestin.
Herwisa hate ragihandin ku Kolberekî Kurd li ser sinûrê Newsûdê bi teqeya hêzên sersibûriye rejîmê hatiye birîndarkirin.
Gorî zaniyariyan Kolberê Kurd yê bi navê Muhsin Welîyullahî xelkê Ciwanroyê, li ser sinûrê Newsûdê kevtiye ber teqa rasterast a hêzên henga sinûriye rejîmê ku li encamê de birîndar bûye.
Ev kolberê Kurd jî bi sedema giraniya birînan, bo navendên dermanî hatiye veguhestin.